Rojava News: Sekreterê giştî yê civata naskirina berjewndiyan ê Îranê, diyarkir ku Amerîka dixwaze welatên herêmê parçe bike.
Li gor ajansa IRNA, Sekreterê giştî yê Civata Naskirina berjewendiyan, Ekber Haşimî Refsencanî duh diyarkir ku bi salane kongreya Amerîka ji bo gihiştina bi armancên xwe plana ku herêmê parçe bike, daniye. Refsencanî herwiha dazanîn ku Amerîka dixwaze Sûriye, Iraq û Yemenê bike çend dewlet.
Ekber Haşimî Refsencanî dibêje ku di planê de ev yek heye ku Iraq bibe 3 welat, Sûriye bibe 2 welat û Yemen jî bibe 2 welatên başûr û bakûr.
Li gor Îranê Amerîka parçekirina Yemen û Sûriyê daye Erebistana Seûdî û ji bo parçekirina Iraqê jî bi Tirkiyê re lihev kiriye ku wê bibe sedema şereke 20 heta 30 salan di herêmê de.
Herwiha ajansa IRNA behsa dayîna çekan ji kurd û suniyan re dike ku biryara wê ji kongreya Amerîka re hatiye pêşkêşkirin. Herwiha tê gotin ku ev biryar bê erêkirina hikûmeta navendî ya Iraqê ye.
