Hêzên Iraqê mezintirîn navenda DAIŞê kontrol kirin

Hêzên Iraqê mezintirîn navenda DAIŞê kontrol kirin

Rojava News: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê mezintirîn navenda leşkerî ya DAIŞê li parêzgeha Diyaleyê ji destê wan çekdaran derxist. Herwiha hêza Heşdul Şeibî red kir ku Parzûngeha Bêcî ketibe destê DAIŞê de.

 

Wezareta Bergiriyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzeke artêşê Iraqê bi piştevaniya hêza Heşdul Şeibî di operasyoneke leşkerî de karîn li Parêzgeha Diyaleyê tevahiya bexçeyên nahyeya Buhirz, ku wek mezintirîn navenda leşkerî ya DAIŞê dihat naskirin, kontrol kirin.”

 

Ji aliyekî din ve, Berdevkê hêza Heşdul Şeibî, Ebdul Hemîd Salim ji Rûdawê re red kir ku, çekdarên DAIŞê destê xwe danîbin ser Parzûngeha Bêcî ya li parêzgeha Selahedînê.

 

Ebdul Hemîd Salim wiha got: “Rêxistina DAIŞê tenê di nava ragihandinê de ser ket, ku nûçeya kontrolkirina bêcî belav kir, lê di rastî de tenê rokêt davêtin wî cihî û ew parzûngeh bi temamî di destê hêzên ewlehiyê de ye.”

 

Bajarê Bêcî yê Iraqê, beriya niha ketibû destê DAIŞê lê hêzê Iraqê ji destê DAIŞê derxistibûn.

 

Bêcî ji ber ku mezintirîn parzûngeha petrola Iraqê tê de ye, di warê aborî de pir girîng e.

 

Beşek mezin ji sotemeniya Başûrê Kurdistanê jî ji parzûngeha Bêcî dihat peydakirin, lewma piştî ku şer li derdora parzûngehê derket û bi temamî hat dorpêçkirin, krîza sotmeniyê li Başûr jî derket.