Cebhet el Nusra 15 çekdarên Hizbullahê kuşt

Cebhet el Nusra 15 çekdarên Hizbullahê kuşt

Rojava News: Li devera sînorî ya Qelemûnê ya Sûriyê şer di navbera çekdarên Cebhet el Nusra û Hizbullala Libnanê de derket û 15 Hizbullahî hatin kuştin.

Li devera Qelemûnê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Libnanê de, şerê di navbera çekdarên Cebhet el Nusra û grûpên neyarên rêjîma Sûriyê li aliyekî û çekdarên Hizbullahê de berdewam dike.

Çalakvanên Sûriyê ragihandin ku çekdarên Cebhet el Nusra (baskê El Qaîdê yê Sûriyê) derengiya şeva borî êrişî navendên Hizbullahê yên li navçeya di navbera bajarokê Meîre yê Sûriyê û bajarê Irsalê yê Libnanê de kirin.

Li gorî çalakvanên Sûriyê, di wî şerî de 15 çekdarên Hizbullaê hatine kuştin.

Yekîtiya Hevrêziyên Şoreşa Sûriyê jî piştrast kir ku grûpa Ceyiş el Fetih, ku Cebhet el Nusra jî di nav de cih digire, çend navendên Hizbullahê li navçeya Qelemûnê kontrol kirin.

Lê heta niha Hizbullahê tiştek li ser wî şerî negotiye. Di şerê Sûriyê de hêzên Hizbullaha Libnanê pişta Beşar Esed digirin.