Çekdarên DAIŞê 11 serokeşîrên sunî girtin

Çekdarên DAIŞê 11 serokeşîrên sunî girtin

 

Rojava News: Bi fermana serkirdatiya rêxistina DAIŞê li bajarokê Iyaze ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve, 11 serokeşîrên Cibûr hatin girtin. Tê gotin ku wana alîkariya hêza Heşdul Şeibî ya şîeyan kirine.

 

Serokê Eşîra Cibûr, Ednan Hemed Ciburî di daxuyaniyekê de ragihand: `li bajarokê Iyaze 11 mezinên eşîra Cibûr bi fermana DAIŞê hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.`

 

Ednan Hemed Ciburî wiha got: `sedema girtina wan ew e, ku eşîra Cibûr alîkariya hêza Heşdul Şeibî bo girtina Mûsilê kiriye.` Ciburî wiha domand: `herwiha DAIŞ beriya girtina wan kesan, daxwaz ji eşîra Cibûr kiribû ku piştevaniya wan bikin, lê me ew yek red kir.`