Rojava News: Hat ragihandin ku Serokomarê 9emîn ê Tirkiyeyê Suleyman Demirel ji ber qelp û bêhnçikînê saet di 02.05an de wefat kir.
Nexweşxaneya Guvenê ya Taybet a Enqereyê der heqê mirina Serokomarê 9emîn Demirel de daxuyanî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serokomarê me yê 9emîn birêz Suleyman Demirel di 13 gulana 2015an de ji ber gurçik, qelp û enfeksiyona bêhndayîn û stendinê li nexweşxaneya me hatibû dermankirin. Piştî wan rojan rewşa siheta wî her ku çû xirab bû û tedawîkirina wî dewam kir lê di 16ê Hezîrana 2015an de qelbê wî li ber xwe neda û bêhnstandina wî daket. Tevlî hemû midaxeleyan tu berexêriyek çênebû û di 17ê Hezîrana 2015an saet 02.05an de wefat kir."
