Rojava News: Tirkiyê carek din deryê Sînorê xwe di riwê penaberên ku dixwazin vegerin deverên xwe li Girê Sipî piştî ku ji çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin daxist.
Duh 18 Hizêranê Tirkiyê deriyê Aqce Qela yê sînorî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de di riwê hin penaberên ku berî niha ji ber kiryarên DAIŞê ji Girê Sipî reviyabûn û niha dixwazin vegerin daxist û nahêle ew vegerin.
Piştî ku roja Çarşemê 16 Hizêranê hejmarek mezin ji penaberên Girê Sipî vegeryabûn lê Duh dîsa Tirkiyê derî di riwê 200 penaberî de daxist û nahêle ew vegerin, bi hinceta ku Şervanên Kurd nahêlin ku ew penaber vegerin.
Roja 16 Hizêranê Hêzên Kurdî rizgarkirina Girê Sipî bi temamî ji çekdarên DAIŞê ragihandin.
Berî niha derdora 23 hezar welatiyên Kurd ji Ereb ji ber şerê rizgarkirina Girê Sipî ji çekdarên DAIŞê koçberî Tirkiyê bibûn, lêbelê piştî ku hatiye rizgar krin gelek welatî dixwazin vegerin Girê Sipî lê Tirkiyê bi hinceta ku Hêzên Kurdî nahêle penaber vegerin astengiyan tîne pêşiya wan penaberan.
Ji aliyê xwe ve YPG vê tuhmetê red dike û ragihand ku her kes dikare vegere deverên rizgarkirî.
Tirkiyê derdora 1,8 milyon penaberên Sûriyê hewandiye lê tê tuhmet barkirin bi alîkariya çekdarên DAIŞê li Sûriyê û Îraqê.
