Komeleya Mafê Mirovan derbarê penaberan de raportek weşand

Komeleya Mafê Mirovan derbarê penaberan de raportek weşand

Rojava News: Koma Xebatê û Komîsyona Mafê Penaberan a ser bi Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ragihand li Tirkiyeyê milyonek û 800 hezar penaber hene.

 

Koma Xebatê û Komîsyona Mafê Penaberên a ÎHDê bi boneya 20ê Hezîran Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, li cîhanê bi milyonan penaber ji pedeviyên mirovî bê par dimînin û bi taybetî jiyana jin û zarokan di bin metirsiyê de ne.

 

Derbarê hejmara penaberande hat gotin, li gorî daneyên fermî hejmara penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê milyonek û 800 hezar kes in, li gorî daneyên ne fermî jî zêdetirî 2 milyonan penaber li Tirkiyeyê hene.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ““260 hezar penaber li kampên bajarê Hatay, Kilis, Riha, Dîlok, Mereş, Osmaniye, Semsûr, Edene, Mêrdîn û Antalyayê bicih bûne û yên din jîli  Riha, Stenbol, Dîlok, Kilîs, Hatay û bajarên din  belav bûne.”

 

Di daxuyaniya ÎHDê de herwiha wiha hat gotin: “Ji bilî wan penaberên din, bi deh hezaran êzidî û bi deh hezaran tirkman, asûrî, kurd, suryanî ereb ji ber êrişên DAIŞê li Tirkiyeyê bicih bûne. Hejmara penaberên ji Afganîstan, Îran û Afrîkayê hatin jî ji 100 hezar derbas bûne.”

 

Pêşniyarên çereseriyê

 

Pêşniyarên ÎHDê yên derbarên çereserkirina pirsgirêkên penaberan de ji saziyên sivîl û fermî re ev in:

 

- Divê tomarkirina penaberên bê nûkirin û bo hemû penaberên li Tirkiyeyê mafê penaberetiyê bê bicihkirin.

 

-Divê cezayê kesên ku qaçaxçîtiya penaberên dike were zêdekirin.

 

-Muaîfiyeta vîzeyê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de hatiye îmzekirin li ber çavan bê girtin. Tirkiye di aliyê penaberan de wek welatek ê depo neyê qebûlkirin.

 

-Divê kampên AFADê yên penaberên Sûriyeyê lê dimînin, dewrî Rêvebirya Koçberiyê bê kirin û ji kontrola Saziya Civaka Sîvîl re vekirî be.