Sîsî : Divê her kes xwe ji ketina Esed re amade bike

Sîsî : Divê her kes xwe ji ketina Esed re amade bike

RojavaNews : Serokê Misir Ebid El-Fetah Sîsî ragihand ku, gûmana ketina serokê rêcîma Sûrî (Beşar El-Esed) heye û diva her kes xwe ji bo ketina wî amade bike.

Serokê Misirê (Sîsî) di hevdîtina xwe de, ligel Serokwezîrê Libnanê (Temam Selam), li Qahîra got, di rojên bê dê rewşa Sûriya wê xerabtir bibe û divê her kes xwe ji bo ketina (Esed) re amade bike, û di çi demê de gûmana bi dawîbûna rêcîma Sûrî, û ketina Esed heye.

Herwiha Serokê Misir diyar kir ku, şer li Sûriya ev nêzîkî (5) salan berdewam dike, û her ku diçe xerabtir dibe û divê hikûmeta Libnanê û gelê wê amade bin, ji bo karibin kiryarên pêwîst bikin.