Emerîka Suniyan perwerde dike

Emerîka Suniyan perwerde dike

Rojava News: Li sînorê parêzgeha Enbarê, Emerîka dest bi perwerdekirina hejmarek ji serkirdeyên eşîretên Sunî kiriye bo amadekirina wan di şerê li dijî grupa terorîstî ya DAIŞ de.

 

Serokerkanê hêzên hevbeş ên navdewletî general Tomas Waild aşkira kiriye ku: Emerîka li serbazgeha hêzên asmanî li Enbarê dest bi perwerdekirina 500 kes ji eşîretên Sunî kirine daku bi wê rêyê bikarin çekdarên eşîretan jî perwerde bikin.

 

Tomas Waild got: Ew çekdarên han bi awayekî serbazî ya pêşkeftî ji aliyê rahênerên serbazî yên Emerîkî li ser bîngeha plana serok Obama ji bo amadekirina eşîretên Sune di şerê li dijî DAIŞ tên amade kirinê.