Plana rizgarkirina Mûsilê tê aşkere kirin

Plana rizgarkirina Mûsilê tê aşkere kirin

Rojava News: Serokê lijna asayîşê li civata parêzgeha Mûsilê ragîhand; plana rizgarkirina Mûsilê bi dawî hatîye û çend rojên dahatî ji çend alîyan ve dê êrîşa rizgarkirina wî bajarî destpê bike.

 

Miheme Îbrahîm dîyar kir, li maweyê çend rojên dahatî êrîşa rizgarkirina Mûsilê ji alîyê Mexmûr û bendava Mûsilê dê destpê bike ku lîwayên 15 û 16 yên peyade yên supayê Îraqê dê pişkdarbin.

 

Îbrahîm got jî; operasyona sêyê li başurê Mûsilê û çardewrên bendava Mûsilê dê destpêke û ji wêrê cergê Mûsilê dê bê paqij kirin ji Daişê, amaje kir yekem operasyon gelek nakêşe, lê çaverê tê kirin pêleka xelkê wê aware bibin.

 

Dupat kir jî di vê êrîşê da hêzên pêşmerge jî dê pişikdarbin di gel 4 hezar çekdarên Sûnne, lê ji alîyê çek û teqemenîyan ve kêmukasî hene û pêdvîye bi zûtirîn dem ew hêz bêne çekdar kirin.