Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê vîdyoyek li ser torên civakî belav kirine û tê de diyar dibe ku DAIŞ bi 3 şêwazên nû çend kesan dikuje. Di wê dîdyoyê de çekdarên DAIŞê gefan li wan kesan dixwe ku alîkariya hevpeymaniya navdewletî dikin û ji wan re dibêje dê çarenivîsa we jî wisa be.
Di şêwazê yekem ji kuştinê de, çekdarên DAIŞê 4 kesan dixin nava otomobîlekê de û dibêje ew ser bi yekîneyên dijbereya DAIŞê ne, piştre bi rokêtan wan dikuje.
Herwiha di şêwazê duyem de, çekdarên DAIŞê 5 kesên din dixin nava qefesekê de û wê qefesê dixe nava avê de û wan difetisîne.
Di şêwazê sêyem de, 7 kes li çolekê hatine danîn, ku bi rêya kablekî serê wan bi hev ve hatine girêdan, piştre kareybayê li wan didin û serê wan diteqînin.


