Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin

Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin

RojavaNews : Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî li Îranê ragihand ku, hefteya bê dê pêşketineke mezin di pêwendiyên navbera Îran, Iraq û Sûriyê de çêbibin. Herwiha tekez dike ku Hikûmeta Sûriyê dê bi ser neyarên xwe de, serbikeve. 

Elî Ekber Wîlayetî wiha got: “Biryar e hefteya bê li bajarê Bexdayê, berpirsên hersê welatan Îran, Iraq û Sûriyê derbarê bihêzkirina pêwendiyên xwe bo dijayetîkirina terorê û rêxistina DAIŞê bicivin, ku di wê wê civînê de dê mekanîzmeke hevbeş bo rûbirûbûna terorê deynin.” 

Derbarê helwesta Îranê ji welatê Sûriyê jî, Elî Ekber Wîlayetî wiha domand: “Îran piştgîriyê li Sûriyê bo rûbirûbûna terorê. Teror û yên ku piştevaniya wê dikin li dijî Sûriyê, ti carî nagihên armanca xwe.” 

Li gorî Wîlayetî, Sûriye û hevpeymaniyên xwe dê bi xoragirî û mêrxasiya serkirde û gelê Sûriyê wan pilanan bişkînin û serkeftinê bi dest bînin. Yên piştevaniya terorê dikin dê rojekê ew teror bibe bela serê wan.