Rojava News: Bi armanca çavdêriya çekdarên DAIŞê li Enbar û Mûsilê Îran 3 firoke radestî Heşda Şeibî kir.
Raportên nûçeyan eşkere kirine ku Îran 3 firokeyên bê firokvan radestî hêza Heşda Şeibî kirine û di heman demê de 90 şêwermendên leşkerî ji artêşa Pasdaran gihane nevenda leşkeriya Hebaniya li parêzgeha Enbarê.
Rojnameya “Ukaza Sûdiya” belav kiriye ku, Îran firokeyên bê firokvan radestî hêza Heşda Şeibî kiriye bi mebesta binçavkirina tevgera çekdarên DAIŞê li Enbar û Mûsilê û diheman demê de berpirsekî Îraqê ev nûçe esker û piştrast kir.
Berî niha jî Amerîka û welatên hevpeymanê ne razîbûna xwe derbarê alîkariyên Îranê bo Heşda Şeibî anîbûn ziman ji bilî hozên Suneyên Îraqê ku li dijî hatina Heşda Şeibî bo deverên wan ne.
