RojavaNews : Wezareta Bergirî ya Iraqê ragihand, di encama êrişên balafirên artêşa wî welatî bo ser çend navend û bingehyên DAIŞê li seranserî Iraqê 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Wezareta Bergirî ya Iraqê duh di daxuyaniyekê de ragihand: “Balafirên artêşa Iraqê di çend êrişên bo ser bingehyên çekdarên DAIŞê li bajarokê Qaim li ser sînorê Iraq û Sûriyê li rojavayê parêzgeha Enbarê de, karîn e 30 çekdarên DAIŞê bikjin. Di nava kuştiyên DAIŞê de, herwiha çend çekdarên xwekuj ên biyanî jî hene.”
Li gor wê daxuyaniyê, di encama êrişên balafiran de, herwiha 3 avahî li başûrê navçeya Sekre, ku çekdarên DAIŞê ew cih weke embarên çek û teqemeniyan bi kar dihanîn, hatin rûxandin.
Daxuyaniya Wezareta Bergirî ya Iraqê herwiha da xuyakirin, ku balafirên artêşa wî welatî êrişî 2 otomobîlên serbazî yên DAIŞê li derdora binkeya serbazî ya Spyker kirine û di encam de 4 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 otomobîlên din jî hatine têkbirin.
Wezareta Bergirî ya Iraqê herwiha tekez kiriye, ku li navçeyên rêya Xozeymî û Nehwe jî balairên artêşa wî welatî êrişî çekdarên DAIŞê kirine û di encam de 6 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin.
