Rojava News: Zarokên ku ji parêzgeha Mûsilê hatibûn revandin û temenê wan di navbera 10 û 15 salîne tê de tên rahênan kirin.
Berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand rêxistina tundirewa DAIŞê li sînorê qezeya Tileferê ser bi parêzgeha Neynewa navendek leşkerî taybet bi rahênan kirina zarokan vekiriye.
Berpirsê liqê 14 yê PDKê li Mûsilê “Îsmet Receb” Îro 3 Temûzê ji BasNews re ragihand: “DAIŞê yekemîn navenda rahênan leşkerî ji bo zarokan li sînorê qezaya Tilefer damezirandiye.” Û behsa wê jî kir ku “Navend bi navê Eşbale û hejmarek mezin ji zarokên ji parêzgeha Mûsilê revandî ku temenê wan di navbera 10 heta 15 salane tê de tên rahênan kirin.”
Îsmet Receb ew jî eşkere kir, pêşî ew zarok li fikir û ramanê DAIŞê tên perwerdekirin û dûvre jî li ser cûreyên çek û taktîkên şer têne rahênan kirin.
