Rojava News: Li gorî çalakvanên siyasî li Tunisê ku aşkire dikin serokê Hikûmeta Xezayê Îsmaîl Heniye, gefan li hikûmeta Misrê dike.
Heniye di gotineke xwe de, ragihand ku ew xwediyê 25 hezar leşkerin û 5 hezar fedayî ne ku dikarin di 3 demjimêran de, artêş û polîsên Misrê bişkînin û wî welatî dagîr biki.
Lê piştî ku pir dengda û alozî hatin ber riya Îsmaîl Heniyê, yekser gotina xwe vekişand ku wî tiştekî wiha ne gotiye û ew gotin ne yê Îsmaîl Heniye ye û hatine çêkirin û gelê Misrê ew çarenûsa xwe diyar dike.
