NY: Ji destpêka 2014`an ve, 15 hezar sivîl li Êraqê hatine kuştin

NY: Ji destpêka 2014`an ve, 15 hezar sivîl li Êraqê hatine kuştin

Rojava News: Netewên Yekbûyî di raporeke xwe de bi sernavê ''Parastina sivîlan di şerê çekdarî li Êraqê de'', ku roja duşemê derxist, got ku ji despêka sala 2014`an ve, di encama şerê li herêmê de herî kêm 15 hezar kesên sivîl hatine kuştin û 30 hezar jî birîndar bûne. Her wiha nêzî 3 milyonan jî neçarî koçberiyê bûne.

 

Rapora NY`ê her wiha diyar kir ku ev hejmar bi temamî ne li gorî rastiyê ye, ji ber ku tenê kesên hatine tomarkirin di raporê de destnîşan kiriye.

 

Di destpêka sala 2014`an de bajarê Felûca ya Êraqê kete destê DAIŞ`ê, piştre rêxistina terorîst êrişên berfireh li deverên welêt da destpêkirin, ev yek jî bû sedema zêdebûna tundîtiyê û kontrolkirina gelek navçeyan ji aliyê wê rêxistinê ve.