Li Erebistana Siûdiyê operasyona DAIŞê: 431 girtî

Li Erebistana Siûdiyê operasyona DAIŞê: 431 girtî

Rojava News:  Hat ragihandin li Erebistana Siûdiyê di encama operasyoneke de 431 DAIŞî hatin binçavkirin.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Erebistana Siûdiyê hêzên ewlehiya wan 431 DAIŞê girtine û piraniya wan jî, ji xelkên siûdî, Yemen, Misir, Urdûnê ne.

 

Hat gotin kesên hatîn girtin DAIŞiyên ku li Erebistana Siûdiyê êrişê mizgeft û wesayîtên leşkerî kirî ne.

 

29ê Gulanê li bajarê Demmamê yê Erebistana Siûdiyê êrişek li mizgeftekê hatibû kirin û di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

 

22yê Gulanê jî êrişek li mizgefta bi navê Îmam Elî bin Ebû Talib a li bajarokê Kadihê hatibû kirin û di encama wê de 21 miribûn û 102 kes birîndar bibûn.

 

Rêxistina DAIŞê herdu êriş jî li xwe girtibû.