Rojava News: Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragihand, li Sûriyê ew deverên ku ji DAIŞê bên paqijkirin dê bibin “herêmên aram”. Amerîkayê jî sînyala avakirina “herêma tampon” li Sûriyê da.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu îro li ser operasyonên li dijî PKK û DAIŞê civîneke rojnamevaniyê li dar xist.
Mevlût Çavûşoglu herî zêde li ser operasyonên li dijî DAIŞê axivî û got, Tirkiyê ji destpêkê de DAIŞ wek rêxistineke terorîstî dîtiye û ragihand, heta niha nêzîkî 1000 alîgir û endamên DAIŞê li Tirkiyê hatine girtin, 1600 endamên biyanî yên DAIŞê paşde hatine vegerandin her wiha pêşiya derbasbûna zêdetirî 1300 endamên biyanî yên DAIŞê bo Tirkiyê jî hatiye girtin.
Çavûşoglu diyar kir ku piştî teqîna 20ê Tîrmehê ya bajarê Sirûcê, DAIŞê tehdîda xwe li ser Tirkiyê nîşan da û ragihand, ji ber wê jî Tirkiyê dest bi operasyona li dijî wê rêxistinê û hevkariya bi Amerîkayê re da. Çavûşoglu her wiha got, operasyonên li dijî PKK û DAIŞê dê bidomin.
Li gorî agahiyên wî rayedarê Tirk, navenda leşkerî ya Încîrlîkê û gellek navendên leşkerî yên din ên Tirkiyê ji bo lêdana DAIŞê ji hêzên hevpeyman re hatine vekirin lê hîn nehatine bikaranîn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser avakirina herêmên aram û tampon li nav Sûriyê jî got, em heta niha jî rijd in li ser wê yekê. Helbet ew deverên ku ji DAIŞê tên paqijkirin dê bibin herêmên aram û penaberên sûrî tê de bên bicîhkirin.
Ji aliyekî din, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, piştî teqîna Sirûcê hevkariya navbera wan û Tirkiyê di operasyonên li dijî DAIŞê de zêde bûye.
Mark Toner
Mark Toner diyar kir ku Amerîka û Tirkiyê di mijara programa perwerdeya dijbereya Sûriyê, parvekirina agahiyên îstixbarî û operasyonên leşkerî de biryar dane hevkariya xwe kûr bikin û got, Tirkiyê rê da Amerîka û hêzên hevpeyman navenda leşkerî ya Încîrlîkê û navendên din ên wî welatî bikar bînin.
Li ser avakirina herêma tampon li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê jî berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka got, Amerîka beriya niha fikarên xwe li ser vê yekê anî ziman lê ev mijar tê gotûbêjkirin û wek bijareyekî tê nirxandin.
