Rojava News: Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Aram Şêx Mihemed ragehand ku parastina ewlekariya Tirkiyê bi binpêkirina serweriya Iraqê, şehîdkirina hemwelatiyên sîvîl û şewitandina dar û baxên Kurdistanê pêk nayê û daxwaz ji Enqerê kir ku tavilê dest ji êrîşan berde.
Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Aram Şêx Mihemed derbarê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de daxuyaniyek nvîskî weşand û diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê carek din bi navê parastina ewlekariya xwe serweriya Iraqê binpê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrîşên firokeyên artêşa Tirk ya li ser herêma Kurdistanê de jimarek hemwelatî şehîd û birîndar bûne, ziyanek mezin yê madî çêbûye. Ji lewra vê êrîşê şermezar dikin ku bi vê êrîşê qanûnên navdewletî hatine binpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev yek li dijî rêzgirtina hevsînoriyê û cîraniyê ye.
Di daxuyaniya Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Parlemena Iraqê de hate destnîşan kirin ku ewlekariya Tirkiyê bi binpêkirina serweriya Iraqê, şehîdkirina hemwelatiyên sîvîl û şewitandina dar û baxên Kurdistanê pêk nayê û daxwaz ji Enqerê kir ku tavilê dest ji êrîşan berde.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkçûna aştiya li Tirkiyê dibe detpêka şerek nû û daxwaz ji Enqerê hate kirin ku dest ji vê rêbazê berde, ji ber ku ev yek xelete 3u aramiya tevahî navçeyê jî dixwe xeterê.
