Îran li ser êrîşên Tirkiyê li ser PKK hate deng

Îran li ser êrîşên Tirkiyê li ser PKK hate deng

 

Rojava News: Serokê dezgeha berjewendiyên bilind yên Komara Islamiya Îranê ragihand ku bordûmankirina baregehên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) ji aliyê Tirkiyê ve bandorek nerênî li navçeyê dike. Êrîşên Tirkiyê rewşa ewlehiyê li deverê xirabtir dikin.

 

Ajansa nûçeyan “Nesîm” belav kirye ku serokê dezgeha berjewendiyên bilind ya Îranê “Elî Ekber Refsencanî”  di rojeva civînek dezgeha navborî de ragihandiye ku êrîşên Tirkiyê bo ser baragehên DAIŞê û alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dê çekdarên DAIŞê lawaz bike.

 

Ji aliyekî dinve navborî nerazîbûna xwe derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser baregehên PKK anî ziman û got: “Ev êrîşên Tirkiyê bo ser baregehên PKKê ti sûdê nade herêm belkî rewşa ewlehiyê xerabtir dike.”

 

Şêva borî firokeyên Tirkiyê çend baregehên Gerîlayên PKK li Başûrê Kurdistanê bordûman kirin, li çiyayê Qendîl û hin deverên nêzîkî bajarê Amîdiyê ser bi parêzgeha Duhokê ve.