Rojava News: Wisa tê gotin ku Îranê çek û cebilxane daye hêzên YPGê û ji PYDê jî xwestiye, pişta Beşar Esed bigire.
Malpera înglîzî ya bi navê “Middel East Briefing”, îdia kiriye ku meha Hezîrana îsal, nûnerên PYD-YPGê û Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê (Yekitî) ku partiyeke nêzîkî YNKa Başûr e, li bajarê Silêmaniyê hevdîtin kirine.
Li gorî malperê, di wê hevdîtinê de ku pasdarên Îranê jî beşdar bûne, li ser paşeroja Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên Îran û YPG-PYDê hatiye axaftin.
Li gorî wê îdiayê, îraniyan ji PYDê re gotine, “di şer de pişta rêjîma Sûriyê bigirin li hember de emê çek û alîkariyên leşkerî bidin we her wiha emê piştgiriya xweseriya Rojavayê Kurdistanê jî bikin”.
Malpera han nekariye wê nûçeyê piştrast bike lê derxistina hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ji Kobanî û tifaqa YPG û hêzên Sûriyê li Hesekê wek nîşanên wê yekê û piştrastbûna tifaqa Îran û PYDê daye zanîn.
Lê Hevserokê PYDê Salih Mislim jî beriya niha ji rojnameya erebî ya Heyatê re gotibû, Îranê ji me xwestiye pişta Beşar Esed bigirin lê me qebûl nekiriye.
Salih Mislim her wiha gotibû, em dikarin hêza xwe ya leşkerî (YPG) bi şertên nû tevlî artêşa Sûriyê bikin.
Tê zanîn, Îran di şerê Sûriyê de pişta rêjîma Beşar Esed digire.
