RojavaNews :Dadgeheke leşkerî ya Lîbyayî roja Sêşemê cezayê bidarvekirinê da kurê serokê berê Muammer Qedafî, Seif al-Islam, bi sedema ku destê wî di kuştina xwepêşanderên hevrik ya sala 2011ê de heye.
Dadgeheke Trablusê, bilî Seif, cezayê mirinê da 8 kesên din jî ku nav wan de serokê berê yê îstixbaratê Abdullah al-Senoussi û serokwezîrê berê Baghdadi al-Mahmoudi jî hene.
Seif al-Islam di dadgehê de amade nebû jiber ku ew li girtîgeheke li bajarê Zintan ya bin kontrola hikûmeta din dimîne.
Li Lîbya du hikûmet hene ku navendên wan li Trablus û Tobruk in. Civata navnetewî hikûmeta Tobruk nas dike û hikûmeta Trablus jî di destê Îslamîyan de ye.
