li Rûmadî : Serkirdeyekî DAIŞ hate kuştin

li Rûmadî : Serkirdeyekî DAIŞ hate kuştin

RojavaNews :Çavkaniyekê ji odeya operasyonên Enbarê îro pêncşemê ragihand ku Ebû Seyaf El Ensarî serkirdeyê payebilind yê DAIŞ`ê tevî çend çeteyan li rojhilatê Rûmadiyê hatin kuştin.

Çavkaniyê ji ajansên nûçeyan re diyar kir ku hêzên ewlehiyê tevî Heşda Şeibî û Endamên êlan ve, îro danê sibê li herêma Hesîbe ya rojhilatê bajarê Rûmadiyê operasyonek berfireh dan destpêkirin.

Her wiha ragihand ku di encama operasyonê de serkirdeyê DAIŞ Ebû Seyaf El Ensarî tevî 5 endamên parastina wî hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyê, hêzên ewlehiyê ev operasyon piştî agahiyên îstîxbaratî yên hûr, dest pê kirin ku têde ev serkirdeya payebilind yê DAIŞ`ê hate kuştin.