DAIŞ, jinên leşfiroş ji bo sîxuriyê bikar tîne

DAIŞ, jinên leşfiroş ji bo sîxuriyê bikar tîne

Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞ li navçeya Hiwêceyê û dewrûberê wê ji bo karê sîxuriyê jinên leşfiroş bikartînin û mehê 700 dolar jî didin wan.

 

Li gor nuçeya malpera Xendan; Çekdarên DAIŞ niha ji bo karê sîxurî jinên leşfiroş bikar tînin û beşek zor ji wan jinan ser bi rêjîma Baas a pêşînin.

 

Li gor zanyariyan wan jinên leşfiroş karîne çendîn zanyarî li ser karê serbazî û hêzên artêşa Îraqê dighînin rêxistina terorîstî.

 

Li gor heman nuçeyê; heya niha 7 jin ji wan jinên leşfiroş ji aliyê hêzên artêşa Îraqê ve hatine girtinê û li xwe mukir hatine ku bi rêya leşfiroşiyê karê sîxurî beramber bi 700 dolar ji bo çekdarên DAIŞ`ê kirine.