Rojava News: Rêxistineke Mafê Mirovan a Îtalyayê ragihand, di heyama îsal de Îranê 657 kes li sêdareyê dane.
Rêxistina Nessuno Tocchi Caino ku dezgeheke mafê mirovan li welatê Îtalyayê ye û kar bo hilweşandina cezayê sêdaredanê li eranserê cîhanê dike, amarek derbarê rêjeya sêdareanên li cîhanê di navbera salên 2014 û 2015 de belav kir.
Li gor amara wê rêxistinê, di heyama sala borî de 3 hezar û 576 kes li 22 welatên cîhanê hatine îdamkirin ku piraniya wan li welatên Çîn, Îran û Erebistana Siûdiyeyê bûne.
Wê rêxistina Îtalyayê amaje bi wê jî kiriye, ku ji destpêka sala 2015an ve heta niha, welatên Çîn, Îran û Pakistan ji aliyê zêdebûna rêjeya îdamkirinê de di pileya yekem heya sêyem de ne û ji destpêka îsal ve heta niha li Çînê 1 hezar û 200 kes, li Îranê 657 kes û li Pakistanê jî 174 kes hatine îdamkirin.
Tê zanîn, ku di sala 2015an de çendîn kes li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îranê ve bi tohmeta çalakiyên siyasî û endamîtî di partiyên kurdî de hatine îdamkirin.
