Komîsyona mafê mirov: zêdetir ji 50 zarokên aware li Îraqê ji ber germê mirine

Komîsyona mafê mirov: zêdetir ji 50 zarokên aware li Îraqê ji ber germê mirine

 

Rojava News: Komisyona bilinda mafên mirovî ya ser bi neteweyên yekgirtî ve radigihîne; ji ber pêla germa vê dawîyê, zêterî 50 zaroyên aware li tevahîya Îraqê, jîyanê xwe ji destdane.

 

Endamê komisyona bilinda mafên mirovî li Îraqê, fazil Xerawî di prêskonfiransekî da ragîhand; himjara awareyên Îraqê gihiştîye 3 milyon 500 hezar kesan û ji vê hijmarê milyonek û 500 hezar zarone û di rewşeka xerab û karesatî da, jîyana xwe derbaz dikin.

 

Navhatî ev çende ragîhand û ji civakê navdewletî xwest harîkarîyên darayî yên bilez bo harîkarîya awareyan pêşkêşî Îraqê bikin ku bi gorî gotina wî Îraqê pêdvî bi 10 milyar dolaran ji bo dabînkirina pêdvîyên serekî yên awareyan heye.