DAIŞê navendên tenduristiyê şeland

DAIŞê navendên tenduristiyê şeland

Rojava News: Hat ragihandin rêxistina DAIŞê li Diyalayê buhaye 16 milyon dolarî amûrên bijîşkî talan kir.

 

Berdevkê Çapemeniya Rêveberiya Tenduristiya Diyalayê Farz Ezavî diyar kir, rêxistina DAIŞê di meha Hêzîranê de piştî çend deverên li Diyalayê kontrol kir, çend navendên tenduristiyê şeland.

 

DAIŞê buhayê 16 milyon dolarî amûrên bejîşkî ji deverên Diyalayê birînê herêmên din ên kontrol kirî.

 

Hat gotin komisyona ji bo lêkolînê hatîavavkirin, zirarên DAIŞê diyar kir.

 

Rêxistina DAIŞê havîna borî li gel Mûsil, Enbar û Diyalayê parêzgeha Selahadînê jî dagîr kiribû.

 

Nahiya Diyala, Seîdiye û Celawleyê 23yê Mijdara 2014an hatibû kontrol kirin.