Rojava News: Hat destnîşankirin ku di salên dawî de li Îranê ticareta mirovan, tedayî û bûyerên fihûşê zêde bûn û hikûmet di vî warî da têra xwe hewl nade ku bûyerên wiha nebin.
Di Rapora Ticareta Mirovan a 2015an ku bi destê Wezareta Karên Derva ya DYAyê hat weşandin da hat destnîşankirin ku Îranê ticareta mirovan, tedayî û bûyerên fihûşê zêde dibe û wiha hat gotin: "Ji xeynî jinên Îranê, keç û kur jî li Îran, Emîrtiyên Ereban a Yekbûyî û Ewropayê bi destê hin koman bi zorê dikin nav fihûşê û didin xebatê."
Di raporê da hat diyarkirin ku di sala 2013yan da bi jin û qîzên Îranê li herêma Kurdistanê fihûş dan kirin û ji sala 2009an heta 2015an hejmara keçên ku ji Îranê û ser Îranê ra ji bo îstismara cinsî û zewaca bi zorê dibin korfezê zêde dibe.
Her wiha hat destnîşankirin ku li Tehran, Tebriz û Astarayê hejmara keçên ku fihûşê dikin zêde dibe û wiha hat gotin: "Rêxistinên sûcê bi zarokên penaberan li Tehran jî tê da li bajarên cur bi cur parsê didin kirin."
