Rojava News: Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 240 qaçaxên ku hewl didan bi dereqanûnî herin Girava Mîdîlliya Yewnanîstanê hatin girtin.
Li gor agahiyan li ser îxbarekî tîmên Fermandariya Cendirmeyan ên Ayvacikê li gundê Korubaşi û Yeşîl Lîmanê di nav darên zeytûnan de 240 qaçaxên ku xwe vedişartin dîtin.
Qaçaxên ku jê 134 sûrî, 104 efxan û 2 jî erîtreyî ji hêla tîman ve hatin girtin. Tîman qaçax teslîmî Navenda Paşveşandina Biyaniyan ya Midûriyeta Ewlekariyê ya Ayvacikê kirin.
