Îranê yek jê jin 10 kes bidarve kir

Îranê yek jê jin 10 kes bidarve kir

Rojava News: Rejîma Îranê girtiyek jin jî di nav de 10 kes li zindana Kerkecê bidarve kir.

 

Li gor agahiyên çalakvanên mafê mirov li Îranê, roja duşemê girtiyê bi navê Fatime Hedadî (39) dayika keça 8 salî li zindana Goherdeş a bajarê Kerecê hate bidarvekirin. Cenazeya Hedadî niha di morga Kerecê de tê ragirtin û wê radestî malbata wê bê kirin.

 

Herwiha li gor heman agahiyan 9 mêr jî li zindana Kerec a ser bi Tehranê duh serê sibê hatin bidarvekirin.

 

Jinek din jî bi navê Ekrem Mehdewî ku 12 sale di girtîgehê de ye, cezayê darvekirinê jê re hatiye dayîn û heftiya pêşiya me tê darvekirin.

 

Çend roj beriya niha roja 9’ê Tebaxê girtiyê siyasî yê kurd Sîrwan Nejawî li zindana Tebrîzê hate bidarvekirin. Çalakvanên mafê mirov darvekirinên bi komî di zindanên Îranê de wek cinayeta li dijî mirovahiyê mehkûm kirin û daxwaz ji rêxistinên navnetewî dike ku dosyaya cinayetên Îranê biçe dadgehên navnetewî.