RojavaNews :Li paytexta Iraqê Bexdayê bi otomobila bombebarkirî êrîşek pêk hat, herî kêm 60 kes mirin.
Îro danê sibê li navçeya Sadr a Bexdayê teqînek mezin rû da. Li gor agahiyan otomobîlek bombebarkirî li navçeya Şienişîn hate teqandin. Di encama vê teqînê de herî kêm 60 kes mirin û 200 kes din jî birîndar bûn û ew birîndar veguhestin nexweşxaneyan.
Piştî teqînê hêzên ewlekariyê cihê rûdanê dorpêç kirin.
Heta niha ti kesan berpirsiyariya êrîşê negirtiye serxwe, Lê tê gotin ku dibe DAIŞê ev êrîş encam dabe.
