Rojava News: Çekdarên DAIŞê li navçeya Bab Eltob li navneda bajarê Mûsilê rojnamevanek gullebran kirin.
Berpirsê Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Ismet Receb ragihand: “Duh 15ê Tebaxê çekdarên DAIŞê rojnamevanek di mala wî de girtin û îro 16ê Tebaxê li navçeya Bab Eltob ew dane ber gulleyan û kuştin.”
Ismet Receb got: “Navê wî rojnamevanî Yehya Elxetîb bûye û çekdarên DAIŞê bi tohmeta ku wî sîxorî bi ser çekdaran de kiriye û agahî ji dijmin re birine, ew kuştine.”
Ji destpêka dema ku DAIŞê di sala borî de bajarê Mûsilê kontrol kirine, çekdarên wê rêxistinê zêdetirî 40 rojnamevan bi tohmetên cuda cuda û piranî bi tohmeta sîxorîkirin ji dijmin re kuştine.
