Independent: Îran dixwaze li dijî Daîşê oparasyonan li Sûrîyê encam bide

Independent: Îran dixwaze li dijî Daîşê oparasyonan li Sûrîyê encam bide

Rojava News: Rojnama Independent belav kir ku Îran hewlên diplomatik dide bo li Sûrîyê li dijî Daişê oparasyonan encam bide û beşdarîya şerî bike.

 

Herwesa rajnameya Independent ya Brîtanya dîyar kir ku niha Îran daxwaza xwe ya beşdarîya li dijî şerê rêxistina Daişê li Sûrîyê dîyar kirîye û hewl dide li ser astê navdewletî fermî bike bo şerê li dijî Daişê li Sûrîyê.

 

Herwesa rojnamê ewyek jî belav kirîye ku berpirsên Îranê di wê bawerîyê dane ku dê bikaribin Daişê jinav bibin û wan berpirsan dîyar jî kirine ku her çende niha li Îraqê hêzên Îranî şerî lidijî Daişê dikin, lê jiber nabvenda rêxistinê li Sûrîyêye pêdvî dibînin oparasyonên xwe berfirehtir bikin û derbazî Sûrîyê bibin.