Rêveberê DAIŞê yê 2yemîn hat kuştin

Rêveberê DAIŞê yê 2yemîn hat kuştin

Rojava News: CNN International li ser zarê çavkaniyên îstîxbaratî ragihand rêveberê rêxistina DAIŞê yê 2emîn hat kuştin.

 

Li gorî nûçeya CNN Internationalê li parêzgeha Mûsilê êriş li otomobîla Ebû Muslim Tirkmanî hat kirin.

 

Ha gotin êriş bi balafira bêbalafirvan di 18ê Tebaxa îsal de li otomobîlê hatî kirin û di encama  hatî kirin de  rêveberê rêxistina DAIŞê yê 2emîn Ebû Muslim Tirkmanî li nêzîkî Musilê hat kuştin.

 

Kuştina Ebû Muslim Tirkmanî ku Cîgirê “Xelifeyê” DAIŞê Ebubekir Bexdadî bû, ji aliyê Koşka Spî ya Amerîkayê ve jî hat piştrast kirin.

 

Herwiha hat gotin Ebu Muslim payebilindeke DAIŞê bû ji aboriya rêxistinê berpirs bû.