DAIŞ zarokên 10 salî çekdar dike

DAIŞ zarokên 10 salî çekdar dike

Rojava  News: Di nava DAIŞê de, zarokên 10 salî têne çekdarkirin û beşdariya şerî dikin. Gelek caran zarok di dîmenên ku ji aliyê daişê ve têne belavkirin de mîna berdevkên vê rêkxistinê derdikevin.

 

Zarokên di nav DAIŞê de, 5 beş in: Zarokên çekdarên biyanî, zarokên çekdarên navxweyî, zarokên li deverên di bin kontrola Daişê de bê dê û bav mayîn, zarokên bi zorê ji dê û bavên xwe hatine standin û beşa 5an; ew zarokên ji qîm û reza xwe tevlî nav refên Daişê bûne.

 

Berî 10 saliyê, zarok mîna xulam, berdest û sîxuran têne bikar anîn, lê piştî 10 saliyê ber bi navendên perwerdekirina leşkerî ve têne birin û li cihekî taybet ku navê mala kuştinê lê tê kirin, DAIŞ wan zarokan fêrî kuştin û serjêkirinê dike.

 

Zarokên DAIŞê nema dikarin serdana malbat û dê û bavê xwe bikin, ji ber ku ew êdî dibin zarokên “Xîlafetê”, zarok bi ser rêbendên ewlehiyê li ser rêyan û eniyên şer têne dabînkirin, di vê dema dawiyê de jî û bi taybetî ew zarokên 14 salî û berjor bo êrişên xwekujiyê jî hatine bikaranîn.

 

Gelek caran mîna berdevkên DAIŞê di nav vîdeo û dîmenên kuştin û serjîkirinê de derdikevin, bikarnîna zarokan di şer de gelek pirsyaran dixe rojevê de. Lê pirsyara herî giring ew e ku gelo bidawî anîna vê diyardeyê di destê navendên herî bilind ên biryardana siyasî de ye, yan jî di destê dê û bavan di nav malbatan de ye.