Rojava News: Roja pencşema borî du bira, yek di nava DAIŞê de û yek jî di nava Artêşa Erebistan Siûdî de mirin.
Ji wan biryan Zahîr Harsî yê di nav DAIŞê de bi kod navê Ebu Bekîr Cezrawî tê nasîn, li nêzîkî navçeya Samera ya girêdayê parêzgeha Selahdîna Iraqê bi otomobîlekê bombekirî, êrişeke xwekujî pêk anî û di encamê de mir.
Birayê din Nasir Harsî ku di nava Artêşa Erebistana Siûdî de pilot bû, di encama helîkoptera li ser sînorê di navbera Yemen û Erebistana Siûdî de ketî jiyana xwe ji dest da.
Malbata wan da zanîn Nasir Harsî zewicî bû û 2 zarokên wî hebûn û herwiha hevjîna wî jî ducanî bû.
