Rojava News: Ji penaberên Suriye yên ku li bajarê Qeyserî yê Tirkiye mafê penahiyê bi destxistine dikarin îsal zarokê xwe li dibistanan tomarbikin..
Hatiye zanîn li Qeyserî 5 hezar û 850 zarokê penaberên Suriye gihane temenê xwendinê, lê belê ji wana ta niha ji bo perverdeya îsal 3 hezar û 740 zarok karin bi dest perwerde û fêrkirinê yê vê demsalê bikin.
Jibo çareserkirina vê pirsgirêkê Birêverirê Dibistanê Qeyserî û Birêvebirê Perwerda Netewî yê Tirkiye li deverê Bilal Yılmaz Çandıroğlu, civînek li darxistin, û di encamê vê de hat biryarkirin ku hêjmara zarokên dixwînin ji 1850 derket 3 hezar û 750 kesî.
Birêvebirê Perwerda netewî yê Tirkiye li deverê Bilal Yılmaz Çandıroğlu, got; Jib o ku zarokên penaberê Surî karibin xwendina xwe bikin em hinek tedbîran distînin, ev erkeke li ser mile meye. Emê hewl bidin da saziyên xwendinê bêtir karibin zarokên penaberê Suriye werbigrin”
Û got ermanca me “ Yek zaroka Surî ji xwendin û Fêrkirinê bê par nemîne”
Sinem Bakir
12:27:58
