Li Bodrum’e qezaya 2 keştiyê penaberan: 12 mirî

Li Bodrum’e qezaya 2 keştiyê penaberan: 12 mirî

Rojava News: Li ava nêzîkê  lîwarê Bajarê Mugla dohî 2 qezayê keştiyên  penaberan  çêbû bi dehan kesa jiyana xwe ji dest da.

 

Li nav sînorê lîvarê Tirkiye nêzîkî Bajarokê Bodrum yê bi ser Muxlayê 2 keştiyên ku penaber hilgirtibun  ji ber bargiranî  binavbun, 12 kesa  jiyana xwe ji dest da, 6 kes hatin rizgarkirin, 4 kes jî wunda ne.

 

Bota lastîkî yê ku 16  penaberên Suriye hildigirt doh danê sibenhî zû ji greka Ekyarlar lîvara Espat bi rê ket da ber bi grava Kaşê biçî,lê belê bi sedema bargiranî binavbû.

 

Qezaya duyemîn jî  li hemen deverê bota ku ji lîvarê Elîxoca bi rêket ji 6 kesê têde bun yek jê jin 3ê zarok qeniqîn, 2 kes jî bi derfetê xwe xilasbûn.

 

Hat zanîn her sê zarokên jiyana xwe ji dest dane Kurdê Rojavayî  bû ne.

 

Sinem Bakir

10:21:04