Qeter dê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibe

Qeter dê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibe

RojavaNews :Duh, herdû welatên Qeter û Tûrikiyê gihan rêkeftinekê bo beşdarîkirine Qeter di şerê li dijî DAIŞê û bi vê yekê jî Qeter dibe yek ji dewletên hevpeymanan.

Li gorî rojnameya Hirêt ku duh herdû welatên Qeter û Tûrikiyê gihan rêkeftinekê bo beşdarîkirine Qeter di şerê dijî DAIŞê, her weha herdû dewletên navborî li ser bikaranîna bingehên leşkerî li Batmanê , Melatiya, Amedê û Încirlîkê yên Tirkiyê lihevkirin.

Hat zanîn ku hikumeta Tûrikyê hejmara balafirên şer yên Qeter ku wê beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibe eşker ne kir.

Nalin Hesen

12:34:57