Rojava News: Li Kabe hejmara heciyên ku di encama qezaya wîncê ya li Mescid-î Harem de jiyana xwe ji dest dane, derket 110 kesî û hatiye zanîn 238 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Mekke yê Erebîstana Suudî, şevê din di dema xebatên mezinkirina Mescîd-î Heram de, wîncek ku 50-55 metre dirêj e bi ser heciyan de ket. Di destpêkê deRayedarên Suudî destpêkê diyar kirin ku di qezayê de 87 kes mirine û 184 kes jî birîndar bûne.
Lê piştî demekê televîzyona Suudî ya fermî diyar kir ku 107 kesan jiyana xwe ji dest daye û 230 kes jî birîndar bûne.
Li gorî hinek televîzyonên ereban jî 238 kes birîndar bûne.
Hate gotin ku qeza ji ber bahoza dijwar û baranê pêk hatiye.
Di vê navberê de Emîrê herêma Mekkeyê Xalid Feysel biryar da ku derbarê mijarê de komîteyek lêpirsînê bê avakirin û bi awayekî lezgîn encamê eşkere bike.
10:37:08
