Rojava News: Ji bajarê Muxla nevçeya Detça ya li ber lîvarê bexra spî keştiya ku penaber barkirin da biçin grava Kosê ya Yewnanistanê bi rê ket di demeke kinde binavbû, 4 jê zarok 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 205 kes hatin rizgarkirin.
Di navbera mewkiya Kormen ya Detça yê û grava Yewnanîstanê İstankoyê ku ava navnetawayî ye, îro serê sibehî li derdora demjimêr 6:00a keştiya 20 metirî ku penaber barkiribun binav bû.
Piştî hawara rêwiyan hêzên ewlehiya Peravê Tirkiye mudaxalekir û çû bi hawara penaberan ku piraniyê wan xelkê Surî bûn, lê belê dîsa jî 13 kes ku 4 jê zarok bûn, ji mirinê nefilîtîn, bi giştî 205 kes hatin rizgarkirin.
Sînem Bakir
10:59:34
