Rojava News: Penaberên Suriye ye ku ev demeke xaka Tirkiye ji bo derbasbûna welatê Rojava bikartinin dê îro ji bo şermezarkirina girtina sînorê Yunan xwepêşandanê li darbixin.
Hat zanîn penaberê Suriye li ser tora komelgehî ya Facebookê ji hemû penaberan daxwaz kirin dibin durûşma “Mirin heye veger nîne” de xwepêşandanekê li darbixin. Da karibin girtina deriyan şermezar bikin.
Li gor zanyariya li İstanbulê li ser otobana TEM ya êdirne 4500 penaberê Suriye ev çend rojin li benda vekirina deriyane, bîiletên ji bo Edirne jî nafroşin penaberê Suriye.
Li gor gotina Penaberê niha li ser re ya TEMê ku bi mal û zarokê xwe li wir razana dixwazin xwe bighînin wan 2000 kesê ku niha li ser sînorê Yunan û Tirkî li benda wa ne.
Ji bo vekirina deriyan dê îro li reya TEMê ya navbera İstanbol û Edirne yê li otogarê xwepêşandina li himber derî girtinê li darbixin.
Tê zanîn piştî ku Welatê Meceristan derî girtin Romanya û Sirbistan jî daxuyand ku derî girtine.
Sinem Bakir
10:38:12





