Serkirdeyekî DAIŞê hate kuştin

Serkirdeyekî DAIŞê hate kuştin

RojavaNews :Balafirên şer yên hevpeymanan li Tileferê, DAIŞê bombebaran kirin û serkirdeyekî wê rêxistina terorîst kuşt.

Wezareta bergiriya Emerîka pentagon ragihand ku balafirên hevpeymaniya navdewletî bi serkirdeyetiya Emerîka  pêgehên DAIŞê li Tileferê kirin armanca xwe, û di encam de serkirdeyekî wê rêxistina terorîst hate kuştin

Bîter Kok berdefkê pentagon duh di daxuyaniyekê ragihand ku di roja 10 vê mehê de balafiran li  Tileferê, li DAIŞê dan û serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebo Bekir Eltorkumanî kuşt.

navborî tekez kir ku Eltorkumanî serkirdeyekî pilabilind bû di nava rêxistina DAIŞê de û ew berê endamê rêxistina ElQaeda li Iraqê bû.

Nalîn

11:47:43