Pentagon: Ji emîrên DAİŞê Ebûbekir El Turkmenî hat kuştin!

Pentagon: Ji emîrên DAİŞê Ebûbekir El Turkmenî hat kuştin!

Rojava News: Wezareta Berewanîya Amerîkayê (Pentagon) doh ragihand, şêwirmendekî nêzîk ê serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û pisporekî biyanî yê pisporê bombeyan hatin kuştin.

 

Berdevkê Pentagonê Peter Cook di derbarê babetê de  eşkere kir ku;  emîrekî  DAIŞê yê bi navê Ebûbekir Turkmanî roja 10ê Îlonê  di encama bombarana balafirên hevpeymaniya li dijî  rêxistinê li  nêzîkî navçeya Til Eferê  ya Iraqê hatiye kuştin. Herweha balkişand ser wê yekê ku dê kuştina Turkenî  êrîşên DAİŞê li wê deverê levaz bike.

 

Peter Cook herweha da zanîn ku; Ebûbekir Turkmanî emîrekî ple bilinde di nav rêxistinê de û nêzîk ê ji serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî re   Beriya ku tevlî DAÎŞê bibe, di nav refên El Qaîdê yê baskê Iraqê de cîh girtiye.

 

Cook her wiha eşkere kir ku roja 5ê Tîrmeha îsal jî, pisporê biyanî yê di çêkirina bombeyan de pispor  di nav refên DAIŞê bi navê Davîd Drugeon  ku hewlatiyê Fransayê buye di encama êrişa balafiran  de hatiye kuştin.

 
Davîd Drugeonê ku li Helebê hatiye kuştin hemen demê peyvendiyê xwe  li gel gruba Horasan jî heye, û wan grubê tundrew yê li Sûrî perwerde jî dike.

 

Sinem Bakir

10:58:47