Dibê ku li Erabistana Suudiye 4 hezar 700 hecî miribin

Dibê ku li Erabistana Suudiye 4 hezar 700 hecî miribin

Rojava News: Serokê Dezgeha Serdan û Hecê yê Îranê Seîd Evhedî îdia kir ku di qerebalixiya Mînayê de 4 hezar û 700 hecî mirine.

 

Serokê Dezgeha Serdan û Hecê yê Îranê Seîd Evhedî ji televîzyona IRINNê re diyar kir di qerebalixiya Mînayê de 228 welatiyên îranî jiyana xwe ji dest dane.

 

Seîd Evhedî ragihand, haya wan hêj 248 kesên îranî yên li Mînayê nîne û got ev bifikarin ku hejmara heciyên wan ên jiyana xwe ji dest dayîn zêdetir bibin.

 

Evhedî amaje kir ku heciyên jiyana xwe ji dest dayîn ji welatên cudan e û got: “Em bawer dikin ku di encama bûyerê de herî kêm 4 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hêj di 21 TIRan de 3 hezar cenaze bo naskirina nasnemeya wan hatine rawestandin.”

 

Herwiha Serokê Dezgeha Serdan û Hecê yê Îranê anî ziman ew bi ti awayî qebûl nakin miriyê wan li Erebistanê werin binaxkirin.

 

24ê Îlonê li bajarê Meke yê Erebistanê, bi milyonan hecî tevlî merasima recma şeytan bibûn lê ji ber qerebalixiyê, 769 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 934 hecî jî birîndar bibûn.

 

09:46:26