Rojava News: Di nava kêmtir ji salekê, çekdarên DAIŞê zêdetirî 19 hezar sivîlên bê guneh li Iraq û Sûriyê kuştine.
Endamê Komîsyona Mafê Mirovan li Iraqê Fazil Xezawî da daxuyaniyekê de ragihand: “Li sala 2013an de 33 hezar û 105 kes bûne qurbanî kiryarên DAIŞê. Sala 2014an hejmara qurbaniyan gihîştiye 30 hezar û 408 kesî.”
Fazil Xezawî wiha got: “Îsal jî heta dawiya Îlonê, hejmara qurbaniyên destê DAIŞê gihîştiye 21 hezar û 171 kesî, di nava wan de 6 hezar û 238 kuştî û 14 hezar û 933 kesên din jî birîndar kirine.”
Wî endamê Komîsyona Mafê Mirovan li Iraqê amaje bi wê yekê da ku, ew karên ku DAIŞê li dijî xelkên sivîl pêk aniye dikevin rêza pêkanîna tawanên kuştinên bikom, û pêwîst e DAIŞ li ser wan karan biçe pêşiya Dadgeya Navdewletî.
11:52:53
