DAIŞ’ê li Iraqê rojnemevanek kuşt

DAIŞ’ê li Iraqê rojnemevanek kuşt

Rojava News: Navenda Çavdêriya Azadî ya Çapemeniya Îraqê ku navenda wê li Bexdadê ye  ragihand ku; rêxistina terorîstî DAIŞ’ê rojnemevanekî ku di televizyona Sema Mûsil de dixebitî kuşt û darxistina merasîma sersaxiyê li malbata wî qedexe kir.

 

Navenda Çavdêriyê ragihind ku rojnemevan Merwan Yûnis ê di televizyona Sema Mûsil de dixebit beriya 9 mehan ji aliyê endamên rêxistina terorîstî  DAIŞ’ê ve hatibû revandin û ew veguheztibûn girtîgeheke veşartî ya li herêma El-Qiyara. Navendê ragihand ku Yûnis bi gulleya ku li sere wî dabûn  hatiye kuştin.

 

Navenda destnîşan kir ku di dema  DAIŞ’ê cenazeyê Yûnis radestî malbatî wî kirin, kef li wan xwarine ku merasîma sersaxiyê li dar nexin.

11:16:41