Rojava News: Tirkiyê, piştî ku NATO sistema saroxên Patrîotê ji herêmê paşdekişand, wê 3 sistemên nû yê berewaniya asmanî li dijî egeriya metirsiyên ji Sûriyê avabike.
Bi teybet derbaskirina frokên Rusya di ser xaka Tirkiyê re Enqera xist nava hişyarîtiyekê, û Serok wezîrê Tirkiye yê ragihang ku “Bê ku em li naveroka wê binêrin, kî sînorên me derbas bikî mafê lêdana wan frokan di jêrdestê me de ye.
Piştî metirsiya derbaskirina frokên şer yên Rusya, Tirkiye li ser sînorên Sûriyê, hewla tedbîrên nû da destpêkirin. Bi teybet jî Tirkiye piştî ku NATO sistema saroxên Patrîotê paşve kişand di navbera sînorên Tirkiyê û Sûriyê de walatiyeke mezin derket, ji ber wê sedemê jî Tirkiye bi mebeste ku li Hetayê, Merdînê û Kilîsê 3 sistemên nû yê berewaniya asmanî li dijî egeriya metirsiyên ji Sûriyê avabike.
Sinem Bakir
10:41:38
