Rûsya û Îran: Tu rokêt li Îranê neketine

Rûsya û Îran: Tu rokêt li Îranê neketine

Rojava News: Hat ragihandin 4 roketên dûravêj ên Rûsyayê li Îranê ketine, lê hikûmetên wan herdu welatan ew yek red kirin û gotin, ti rokêt li Îranê neketine.

CNN International li ser zimanê du fermandarên amrîkî ragihand 4 roketên dûravêj yên Rûsyayê li Îranê ketine û di encamê de kuştî jî hene lê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ew nûçe red kir û ragihand ku, ew rokêtên ku rabûne, li Sûriyê li armanca xwe ketine.

Ajansên Reuters û AFPê agahiyên ku roketên dûravêj yên Rûsyayê ji keştiya şerî ya li deryaya Qezwînê avêtin li Îranê ketine, piştras kirin,lê Wezareta Bergiriyê ya Îranê jî ew nûçe red kir û got ew yek nerast e û tiştekî wisa neqewimî ye.

Ta niha nehatiye zanîn roketên dûravêj ên Rûsyayê li ku dera axa Îranê ketine.

Keştiyên şerî yên Rûsyayê ji bo li bingehên rêxistinên terorî yên li Sûriyê bidin, li başûrê deryaya Qezwînê bicih bûne.

Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Fars a Îranê agahiyan ku roketên dûravêj ên Rûsyayê li Îranê ketine red kir û ragihand, belavkirina wan nûçeyan bo dijatîkirina hewlên Rûsyayê ye di şerê li dijî DAIŞê de.

Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Shoygu beriya niha di daxuyaniyekê de ragihandibû, 4 gemiyên şer ên Rûsyayê 21 roketên dûrhavêj avêtine binke û baregehên DAIŞê li Sûriyê. 

Rûsya ji 30ê Îlonê ve dest bi operasyonên leşkerî yên asmanî li Sûriyê kiriye. Berpirsên wî welatê dibêjin, em li girûpên tundrew didin, lê Amerîka dibêje, balafirên Rûsya li hêzên dijbereya Sûriyê didin.

Helebçe Sadûn